Kitap Hakkında

Berhemeke nû ya çîrokan ji Enwer Karahan:‬ ‘‘Derket”

“...Çi ye, ne çi ye? Mêrik nivîskaaar e! Nivîskarê bêpere, bênav û bêhizûr… De îcar te xêr e bavê minooo, te xêr e? Tu çi dinivîsî? Çend kes nivîsên te, çîrok-mîrokên te, roman-momanên te yên derewîn dixwînin? Yanî bixwîne çi ye û nexwîne çi ye? Ka ew qas bira û xwehên te hene, ew qas meriv û mihubên te hene, ew qas heval-mevalkên te hene, ka çend kesan ji wan nivîs-mivîskên te xwendine? Hema va ye ez jina te me, ka min çend tiştên te xwendine? Ma çi gû tê de heye ku ez bixwînim?...

Ew her dike pitepit ku odeyeke wî tune ye, ew nikare di nav qelebalixiyê de tu karî bike.

De îcar ji xwe re li behaneyê binêrin... Ma kesî bi destê te girtiye, mêro? Tu ji sibehê û hatanî êvarê hewante li malê rûniştiyî û kî zane bê tu bi wê kompîturê çi dikî. Bi kê re chat û metan dikî, îcar çi ye, ne çi ye, ew dinivîse. Tu çi dinivîse? Hêç! Tiştên sapiq mapiq û faziq.

Ka qala xwe bike, qala xwe… Bi rastî jî qala xwe bike. Tu çi ji jin û zarokên xwe re dikî? Tu çi ji bo wan, ji bo pêşeroja wan difikirî? Ka te wek xelkê çi ji me re kiriye? Hêç! Çi ye û ne çi ye, mêrik  nivîskar e. Nivîskarê çi ye? Yê Eyşê û Fatê ye, yê Xeto û Remo ye. Êêêê, ê me çi? Me çi ji te fêm kir?”

Devamını oku

Ürün Özellikleri

  • Kitap Özellikleri
  • Yayınlanma Tarihi
    10 / 2019
  • Yayınlanma Sayısı
    1
  • Sayfa sayısı
    112
  • Ağırlık
    112
  • Boyutlar
    14 x 20
  • Cilt Tipi
    Ciltsiz
  • Kağıt Cinsi
    2. Hamur
  • Yayınlandığı Konum
  • Cep Boy
    Hayır
  • Barkod
    9786052246498
      Babil.com
      Tarayıcı ile devam et veya Uygulamada Aç